H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Îraqêye k’arên der r’astî hevdu hatine

Nava doranên h’emcivîna Myûnxênêye bêqezîyabûnêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan r’astî hevalk’arê xweyî îraqî Meh’med E’lî Al H’akim hatîye.Zohrab Mnasakanyan  û Meh’med E’lî Al H’akim bi r’azîbûn dane dîyarkirinê, wekî heleqetîyên ermenîya-îraqîyaye li ser h’îmê dostîya qewîn bi dînamîka xweva berbiç’e’vin. Nava wê h’emtêk’stêda Mnasakanyanê wezîr daye dîyarkirinê,wekî bona berfirekirina wek’îltîya dîplomatîye li Îraqê xebat tên mîyaserkirinê û ew yek wê alî dewlemendbûna r’ojeva dualî bike. Alîya hevk’arîya p’ir’cûr’e girîng h’esab kirine û nava wê yekêda usa jî derheqa r’ola dîyaspora ermenîye li Îraqê dane dîyarkirinê.Fikir dora pirsên navnet’ewî û r’êgîyonê hatine p’evguhar’tinê.Zohrab Mnasakanyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan her qewimandinên li R’ohilata Navîn merk’eza guhdarîyêda xweyî dike û milahîmbûna h’alê pêşdahatî girîng h’esab dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button