SerekeSîyasî

Cêrga ji deha avtomaşînên amêrîkîye barbir çûne Sûrîyaê

R’adîoya Sûrîaêye “Şam FM”-ê r’agîhandîye,wekî cêrga 55 avtomaşînên amêrîkîye barbir ji Îraqê derbazî provînsîya Sûrîyaêye Hesekê bûne.Bi wan avtomaşîna têxnîka  zirih’kirî, dem û dezgên înjênêrîyê, sîlih’ cîguhastî li Sûrîyayê kirine. T’eşkîleta mafên mêrive li  Sûrîyayê nehê sibatê r’agîhandibû,wekî leşkerên amêrîkî li bajar’ê Al Hesekê baza leşkerî çê dikin.Ewa ew cîye, li k’îderê qewatên k’urdaye xwep’arastinê pêşda ştaba xwe çê kiribûn.Hatîye gotinê,wekî baza leşkerî ji 26-ê meha çileda tê çêkirinê û ji nehê sibatêda 75 avtomaşînên barbir îdî çûne li wir. Li ser bazayê ala amêrîkî hatîye bilindkirinê.Em bîr bînin,wekî dawîya meha cotmehê serokê ŞAY Donald T’ramp’ derheqa derxistina eskerê amêrîkîye ji Sûrîyaê e’lam kir.Wî çaxî ewî usa jî da dîyarkirinê, ku ewê îdî piştgirîyê nedine t’ifaqdarên xweye k’urd û serokê T’irk’îyayê Êrdog’an wê piştgirîyê bide wan, lê Êrdog’an bi xwe dijminê k’urdaye.Peyî wê yekêr’a zelal bû, wekî ŞAY merem danîye pêşîya xwe, ku kontrola li ser bîrên neftêye li Sûrîyayê xweyîke. Bo wê yekê hatîye qirarkiriê, ku çend leşkerên amêrîkî li wir bihêlin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button