H’emû nûçeSereke

Dilê Erzinda sê salî wê li Ermenîstanê bê e’melyetkirinê

Keç’ika sê salîye bi navê Erzinde li malbeta mihacirên êzdîyên îraqîda ji dayîk bûye. Problêma wêye dil heye. Bi alîk’arîya xudanê r’ewa “Avroraê”-yê Mîrze Dînayî û t’eşkîleta bi navê “Lyûft’byûrk’ê Îraq” û usa jî bi alîk’arîya “Avrora”-yê ew zar’ok cîguhastî Yêrêvanê kirine û zûtirekê ewê li Ermenîstanê bê qenckirinê.Bona cîguhastina zar’okê û usa jî dayîka wê wezîrê Ermenîstanêyî sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan, baylozê Ermenîstanêyî li Îraqê Hraçîya P’oladyan, parlamêntvan R’ostem Bek’oyan û usa jî merk’eza doxtirîêye “Nork’ Marş”-ê piştgirî dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button