SerekeSîyasî

K’urdên R’ûsîyayê komploya navnet’ewî şermezar kirin

K’urdên bajar’ê R’ûsîyaêye Tambovê, Yêkatêrînbûrgê, Saratovê, Krasnodarê û Moskvayê civînên xwe derbaz kirine,wextê k’îjanê kirina  15-ê sibata sala 1999-a şermezar kirine. T’evbûên wan civîna gotine,wekî ew t’eşkîldarîya navnet’ewî ne t’enê bona t’unekirina PKK-ê bû, lê usa jî bona t’emamîya cime’ta k’urd bû.Wana dane dîyarkirinê,wekî ewê şer’k’arîya bo azadîyê nedine sekinandinê û wê lîdêrên xwe t’enê nehêlin. T’evbûên civîna usa jî gotine,wekî partîya AKP dicêr’ibîne înîsîyatîva cime’ta k’urd h’esab hilnede. “Em aşîtîyê û dêmokratîyaê li K’urdistanê, li T’irk’îyayê û li t’emamîya R’ohilata Navîn dixwezin. Em h’esab dikin,wekî gar’anta wê yekê Abdûla Ocalane, yê ku pêşnîyara derheqa avtonomîya dêmokratîkda pêşda k’işandîye”,-nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button