SerekeSîyasî

Dêlêgasîya K’urdistanê wê bona hevr’axeberdanên bo sazkirina h’ukumatê her’e Beg’dayê

Dêlêgasîya K’urdistanêye derecebilind wê her’e Beg’dayê, bona ku hevr’axeberdanên bo sazbûna h’ukumata Îraqêye nû derbaske.Endamê parlamêntê Meh’med Emîn Faris gotîye Bas Nyûsê,wekî dik’evine nava dêlêgasîyayê nûnerên partîyayên K’urdistanêye sîyasî.Ewê t’evî  hevdîtina serekwezîrê Îraqê Meh’med E’lewîbin, bona ku wê yekê îzbatkin,wekî mafê Herêma K’urdistanê heye ku wek’îlên xwe bona qulixên wezîrada pêşda bik’işînin. Serokê Îraqê E’lewî qulixa serekwezîrê nûda k’ifş kir.Ew hevr’axeberdana t’evî fr’aksîyaên îraqî û k’urdî derbaz dike bona ku alî sazbûna h’ukumata nû bike, ew jî wî çaxî wextê ku li welêt protêstokirinên dijî h’ukumatê derbaz dibin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button