Sîyasî

Serekwezîr Barzanî t’evî k’atibê Vatîkanêyî dewletê derheqa t’olêransa dînîda xeberdaye

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî   çûye Vatîkanê, li k’îderê r’astî k’atibê Vatîkanêyî dewletê Pîyêtro Par’olîn hatîye. Barzanî û Par’olîn derheqa girîngîya hevfe’mkirina di navbera dînên cuda-cudada axivîne. Derheqa wê yekêda Me’srûr Barzanî T’wîttêra xweda nivîsîye. “Hevfe’mkirina dînî alîkî  K’urdistanêyî qewate û em gerekê h’emû tiştî bikin, ku wê yekê xweykin”,-ewî serda zêde kirîye.Pêşîya wê hevdîtinê, serekwezîrê K’urdistanê r’astî serekwezîrê Îtalîyaê Cûzêppê Kontê hatîye, wextê k’îjanê p’êwendîyên êkonomîkî û r’êyên zêdekirina învêstîsîyaên li herêmê û usa jî hevk’arîya nava goveka bêqezîyabûnêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button