Çand

Mîrat’a sînêma ermenî wê r’aberî t’emaşevanên amêrîkî bikin

Îsal Ermenîstanê cara e’wlin, wextê fêstîvala sînêmayêye li Bêr’lînê bi r’esmî bê r’aberkirinê.Fêstîvalê ji 2O-ê sibatê h’etanî 27-a berdewambe. Derheqa wê yekêda wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, seroka merk’eza sînêma Ermenîstanêye miletîyê Şûşanîk Mîrzaxanyanê gotîye. “Sala 2O19-a wextê ku ez çûme sûka Bêr’lînêye sînêmayê, ez bûme şe’da wê yekê,wekî ji Ermenîstanê gelek şuxulk’arên sînêmayê hazir bûn, lê dik’a wane başqe t’unebû, ku wana r’asthatinên xwe t’eşkîl bikirana.Ji wî çaxîda min  merem danî pêşîya xwe, ku sala 2O2O-î ew mecal hebe”,-ewê gotîye.Mîrzaxanyanê gotîye,wekî merk’eza sînêmayê logoya xwe hazir kirîye û li salona Bêr’lînê ewê bi logoya nû bê r’aberkirinê.Mîrzaxanyanê usa jî daye dîyarkirinê,wekî ji 28-ê sibatê h’etanî 14-ê adarê, p’êşengeha Waşîngtonêye miletîyê bi hevk’arîya t’evî baylozxana Ermenîstanêye li ŞAY û merk’eza Ermenîstanêye  sînêmayê fêstîval t’eşkîl kirîye, ya ku wê derheqa kûltûra ermenî, sazbendî û sînêma wêdabe. Li Waşîngtonê fîlmên Sêrgêy P’aracanove “R’engê h’inarê”, “Hakob Hovnat’anyan”,  fîlma Hamo Bêknazaryane “Zangêzûr”, wê bêne nîşandayînê.Çawa caba wê pirsê, ku bo çi fîlma “Zangêzûr” hatîye bijartinê, Mîrzaxanyanê gotîye,wekî ew hilbijartina alîyê amêrîkîyaye.Serokê beşa merk’ezêye bedewetîyê Mêlîk’ Karapêtyan jî gotîye,wekî ew yek miqamê Aram Xaçatryanva girêdaîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button