Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm E’vdî r’astî kongrêsmênê amêrîkî R’alif Abraham û dêlêgasîya bi serk’arîya wî hatîye. “T’evî kongrêsmên R’alif Abraham hevdîtina girîng derbaz bû.Kongrêsmênê amêrîkî bi seredan çûbû R’eqayê, Manbîcê û T’êl T’amirê.Pirsên konkrêt hatibûne gotûbêjkirinê.Gilî derheqa bêqezîyabûna R’eqayê, t’esîra derxistina qewatên koalîsîyonêye li ser qewînbûna wan neh’îya, qamp’ên mihacira, şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê û êrîşên t’irkadane”,-E’vdî gotîye.Ji alîkî mayîva jî kongrêsmênê ŞAY t’evî dêlêgasîyayê li admînîstrasîya avtonom, ya li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê qesidîye.Ewî gotîye,wekî ew bona piştgirîya admînîstrasîya avtonom hatîye li wir.Nava axavtina xweda Abraham daye dîyarkirinê,wekî tiştê şabûnêye, ku R’eqa pêşda diçe û ewê derheqa hevr’axeberdanada e’lamî endamên kongrêsê bike.
Gotarên eynî
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 18:30
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close