SerekeSîyasî

Me’sûd Barzanî:K’urdistan berbi h’ukumata Beg’dayêye normal dice’dîne

Lîdêrê k’urdî e’yan û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî li Hewlêrê dêlêgasîya bi serk’arîya wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrtê qebûl kirîye, bona ku h’alê li Îraqêyî van axirîya û usa jî sazbûna h’ukumata Îraqêye nû gotûbêj bikin. “Min ew yek îzbat kirîye,wekî h’emû fr’aksîyayên K’urdistanê wê bibin yek û ewê berbi h’ukumata anegor bice’dînin”,- Barzanî T’wîttêrêda nivîsîye.Barzanî û Hênîs Plasşêrtê ner’ih’etîya xwe girêdayî h’alê li Îraqêr’a e’lam kirine.Lîdêrê k’urd ew yek girîng h’esab kirîye, ku Organîzeya Net’ewên Yekbûyî nava vê prosêsêda r’îya h’elkirina h’al bibîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button