H’emû nûçeSereke

T’evgirêdana r’îya t’evî Îranê bi du h’evtîyava tê sekinandinê

Civîna komîsîya sekinandina koronavîrûsê ser hevda hatîye, derheqa encamên k’îjanêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Hatîye qirarkirinê:

1.Bi du h’evtîyava r’îya li ser e’rdêye t’evî Îranê bidine girtinê.

2.Hindava p’êwendîyn hewê /r’îya hewê/ sînorkirinên  net’emam bidine xebatê.

3.Cîguhastina baraye t’evî Îranê bêyî sînorkirina bidine mîyaserkirinê, lê r’êjîma kontrolê hindava şorfêrada mîyaserkin.

4.Sînorkirina hindava welatîyên Ermenîstanê û Îranê bona paşdaçûyîna li welatên xwe nedine xebatê.

5.T’evî h’ukumata Îrana dost nava p’êwendîyadabin û  p’evguhar’tina înformasîyona derheqa belavbûna nexweşîyêda mîyaserkin.

6.Hinekî şûnda h’ukumatê qirara anegor qebûlke.

“Ez wê yekê girîng h’esab dikim, bêjim wekî li Ermenîstanê  nexweşên bi wê nexweşîyê t’unene û ez gumanim wekî wê t’unebn.H’emû r’êsûrsên têxnîkî û p’êşezanîyêye anegor, yên bona dîyagnostîka koronavîrûsê li Ermenîstanê hene”,- serekwezîr nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button