H’emû nûçeSereke

Gelo nexweşxanên Ermenîstanê bona belavbûna koronavîrûsê hazirin?

Van r’ojên dawî p’êşekzanê t’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê li Ermenîstanê bû, bona ku qîmet bikira ku wextê belavbûna koronavîrûsê bi çiqasîva nexweşxanên Ermenîstanê hazirin. Wextê qisa t’evî r’ojne’mevana derheqa wê yekêda serokê merk’eza Ermenîstanêye kontrolkirina nexweşîya Artavazd Vanyan gotîye. “Heger li Ermenîstanê nexweşîya koronavîrûsê bê dîtinê, wî çaxî em bi t’emamî hazirin gava biavêjin.Karebûnên nexweşxana qîmetkirîne û wezîrê sag’lemîxweykirinê bona r’astkirina kêmasîya gotinên xwe belav kirine.Kêmasîyên h’îmlî derheqa wan pirsadanin ku mesele, heger tiştê usa hebe, maske yan jî xelat t’êrê dikin, yan na?”,-Vanyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî li hinek nexweşxana kêmasîyên wî cûr’eyî hene.Bi gotina wî ji r’oja îroyînda k’artê bên xebitandinê û wê kontrolê daynin li ser wan meriva, yên ku ji Îtalîyayê, Korêayê û ji welatên mayîn tên Ermenîstanê.Bi xeberdana derheqa maskên doxtirîyêda, p’êşekzan gotîye, wekî r’aste ku li dermanxana maske kêmin, lê gav tên avîtinê, ku diha zêde bên destanînê. Vanyan e’lam kirîye,wekî nava vî we’deyîda 83 meriv birine nexweşxana, yên ku hatine t’êstkirinê û li cem wan ew nexweşî nehatîye dîtinê. “Niha 6OO-7OO t’êstên dîyagnostîka koronavîrûsê hene û pêşer’ojêda h’ezar t’êst jî wê bêne stendinê”,-Vanyan gotîye.Em bidine dîyarkirnê,wekî li Çînstanê h’etanî 24-ê sibatê r’eqema merivên ku ji koronavîrûsê wefat bûne, gihîştîye 2592 merivî û t’enê nava r’oja dawîda 15O -î meriv wefat bûne. Li t’emamîya Çînstanê ji 77 h’ezar merivî zêdetir nexweş k’etine, ji k’îjana nêzîkî 25 h’ezar meriv qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button