Wextê r’asthatina t’evî serekwezîrê Herêma K’urdistanê Me’srûr Barzanî, şuxulk’arê k’urdî sîyasî Osman Baydêmîr gotîye,wekî Herêma K’urdistanê gumana bi mîlîona k’urdaye û bo wê yekê jî lazime piştgirîyê bidine wê.Wextê r’asthatinê guhdarî hatîye danînê li ser şer’k’arîya K’urdistanêye e’dil, ya ku dîsa berbi mafên xweye qanûnî dice’dîne.Bi bilind qîmetkirina destanînên Herêma K’urdistanê, Baydêmîr gotîye: “Herêma K’urdistanê gumana bi mîlîyona k’urdaye, yên ku li t’emamîya dinîyayê dijîn.Bo wê yekê jî her k’urdek gerekê piştgirîyê bide h’ukumatê û r’êformên wê”. Serekwezîr Barzanî bo t’abîya wî, r’azalixî e’lamî Baydêmîr kirîye û bo wî açixî xwestine.
Gotarên eynî
Baylozê Yekîtîya Avropayê, yê li Bekûyê derheqa qedexekirina alîkarîya bo Ermenîstanê, ya ji alîyê Macaristanêda xeberdaye
03.05.2024, 10:40
Wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya meha îlonê, zêrandin û usa jî eblûkirinên cinyaza hatine kirinê: parêzera mafên mêriv
03.05.2024, 09:35
Herwiha kontr’ol bike
Close