H’emû nûçe
Li neh’îya Araratê wê fêstîvala zerdeda bê t’eşkîlkirinê

Li neh’îya Araratê sala 2O2O-î wê fêstîvala zerdela bidine k’ifşê. Bi r’agîhandina “Armênprêss”-ê wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, serokê Araratê Garîk Sargsyan gotîye.“Zerdele li Ermenîstanê diha zû li beşên Armaşê û Sûrênavanê dighîje, bo wê yekê jî îsal têr’a tê dîtinê fêstîvala zerdela bidine k’ifşê”,-serokê Araratê daye k’ifşê.Serok usa jî daye k’ifşê, wekî vê gavê li neh’îyê hot’êl t’unene. “Tûrîst êvara li neh’îya me namînin, çimkî em gelekî nêzîkî Yêrêvanêne, ewana li hot’êlên wandera dimînin. Li neh’îya me ewana t’enê li Xor Vîrapê û Noravank’ê disekinin”.Bi gotina wî li neh’îyê wê ew pirs nava salên nêzîkda zûtirekê bêne safîkirinê,wekî bona tûrîsta diha gelekî h’ewask’arbe.







