Sîyasî

Îraqê qedexe kirîye ku ji h’evt welata meriv bên welêt

25-ê sibatê h’ukumata Îraqê e’lam kirîye,wekî hatîye qedexekirinê ku welatîyên h’evt welata bêne Îraqê, çimkî li welêt tirsa belavbûna koronavîrûsê zêde dibe.Anegorî e’lametîya wezîreta sag’lemîxweykirinê, hatina welatîyên Çînistanê, Îtalîyaê, Sîngapûrê, Taylandê, Yaponîyayê û Korêya Başûr hatîye qedexekirinê.Ev qirar r’ûê wê yekêda hatîye qebûlkirinê,wekî nexweşî belav dibe û r’eqema merivê ku wefat dibin, zêde dibe.Pêşda Îraqê h’idûdê t’evî Îranê da girtinê.H’etanî 26-ê sibatê hate îzbatkirinê,wekî t’enê nexweşek li bajar’ê Necefê û çar nexweş jî li bajar’ê K’irkûkê hatine dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button