Sereke

P’aşînyan pêşnîyar dike birênda ermenîye global çêkin

Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî gerekê piştgirîyê bidine goveka şerabên ji fêkîya çêkirî, çimkî mecal heye birênda ermenîye nû çêkin.Ji sala 2O19-da ji Ermenîstanê deranîna eşîya bi 1O,3 selefava zêde bûye, lê alîyê şerabên ji fêkîya çêkirî ew yek gihîştîye 7O,8 selefî.Derheqa wê yekêda wextê civîna h’ukumatê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr daye dîyarkirinê. “Şeraba h’inarê destpê kirîye li t’emamîya dinîyayê li meriva xweş bê û nava tradîsîyayên meda k’emala şeraba h’inarê girînge.Vî alîda hêjaye bifikirin, ku şeraba h’inarê bikine nava navnîşa YÛNÊSKO-ê, ya ku wê qewata nû bide wê birêndê”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button