H’emû nûçe

Sala 2O2O-î komîtêya tûrîzmê wê t’evî çar p’êşengehên navnet’ewî bibe

Komîtêya tûrîzmê, ya wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê gelek cara t’evî p’êşengehên navnet’ewîye êk’spoyê dibe.Têr’a hatîy dîtinê,wekî sala 2O2O-î ewê t’evî çar p’êşengehên navnet’ewî bibe.Derheqa wê yekêda cîgirê sedirê komîtêya tûrîzmê Alfrêd K’oçaryan gotîye. “Sala 2O19-a em t’evî çar p’êşengehên li Londonê,Bêr’lînê, P’arîzê û Sîngapûrê bûne. Sala 2O2O-î emê dîsa t’evî çar p’êşengeha bibin, lê dewsa P’arîzê emê her’ine Moskvayê”,-K’oçaryan gotîye û serda zêde kirîye,wekî sêktorên şexsî dikarin t’evî wan p’êşengeha bibin û eşîyaên xwe li sûka navnet’ewî nîşan bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button