Nîkol P’aşînyan qedirê bîranîna cangorîyên Sûmgaît’ê girtîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan li girê Sîsêrnakabêrdê qedirê bîranîna cangorîyên Sûmgaît’êye sala 1988-a girtîye.R’êberî li serekwezîr kirine cîgirê serekwezîr Mher Grîgoryan, cîgire serekwezîr Tîgran Avînyan, kat’ogîk’osê t’emamîya Ermenîya,k’atibê şêwira bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan, serokê ştaba qewatên sîlih’kirî Artak Davtyan, borcbirê serokê polîsîyaê Arman Sargsyan û nevsên derecebilinde mayîn.Bi r’agîhandina “Armênprêss”-ê 28-ê sibatê ji alîyê Adirbêcana Sovyêtêda 32-salîya salveger’a cîşih’itandin û qetilkirina ermenîya demam dibe. Sala 1988-a, 27-29-ê sibatê li Sûmgaît’a Adirbêcanê ji alîyê serk’arên dewletêda cîşih’tandin û qet’ilkirin hate t’eşkîlkirinê.29-ê sibatê ordîya sovêyêtê k’ete Sûmgaît’ê.Ordîyê t’enê êvarê bir’yara pêşîgirtina qet’ilkirinê stendibû.Telebextr’a civaka navnet’ewî kirina Sûmgaît’ê çawa k’omkujî nas nekirîye, lê parlamênta Avropayê, Sênata ŞAY, parlamênta Argêntînayê ew gunek’ar kirine.







