H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê qezîya koronavîrûsêye e’wlin hatîye îzbatkirinê

Nexweşê 29 salî welatîyê Ermenîstanêye, k’îjan t’evî k’ulfeta xwe, 28-ê sibatê ji T’êharnê bi fir’indê hatîye, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr e’lam kirîye.”Ew xwexwe berbir’î doxtira bûye, sag’lemîya wî başe, dema ku çûye nexweşxanê germa wî hebûye, lê niha germa wî t’une.T’êsta e’wlin encamê baş daye, lê t’êsta dubare şev bi we’dê Yêrêvanê seh’eta sisîya e’yan bûye”,-serekwezîr nivîsîye.T’êsta k’ulfeta wî nexweşî nebaşe. “Ew t’aksîyên, ku nexweş ji fir’egehê çûye malê û ji malê çûye nexweşxanê, wê avtoajoyên wan bêne e’yakirinê û ewê jî bêne başqekirinê.Bona welatîyên başqekirî wê hot’êlên derecebilind bêne başqekirinê.Îro bi t’emamî 3O welatî wê bêne başqekirinê”,-serekwezîr e’lam dike. H’emû mecal têne qebûlkirinê, wekî îzina belavbûna vîrûsê nedin. Seh’eta 12-a wezîrê sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyanê salixa e’lamke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button