H’emû nûçe

Li K’urdistanê çar merivên bi nexweşîya koronavîrûsê hatine dîtinê

H’ukumata Herêma K’urdistanê îzbat kirîye,wekî çar merivên bi koronavîrûsê hatine dîtinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî 24 merivên ku ji Îranê paşda veger’îyane K’urdistanê, hatine başqekirinê û ew li avayîkî başqe cîwar kirine, ji k’îjana çar meriv bi wê nexweşîyê hatine dîtinê.Sê meriv endamên malbeteke ji Silêmanîyêne.H’alê van nexweşa qewîne.Wezîreta K’urdistanêye sag’lemîxweykirinê bangî welatîya kirîye, ku gotinên wezîretê mîyaserkin, bona ku ew nexweşî zêde belav nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button