Sîyasî

R’eqema mihacirên k’urde ji Sûrîyayê li K’urdistanê gihîştîye 21 h’ezar merivî

P’areke mihaciraye ji Sûrîyaê r’oja pêncşemê hatîye K’urdistanê.Merk’eza hevk’arîya nava krîzîsêda, ya h’ukumata Herêma K’urdistanê e’lametî belav kirîye,k’janêda tê gotinê,wekî here kêm 6O meriv dîsa sînorên Sûrîyayê û K’urdistanêr’a derbazî K’urdistanê bûne.Bi vê yekê ji 14-ê cotmehê destpêkirî h’etanî niha 21 h’ezar 438 meriv çawa mihacir derbazî K’urdistanê bûne.Em bêjin,wekî piştî opêrasîyona T’irk’îyayêye li Sûrîyayê mihacir ji Sûrîyayê derbazî K’urdistanê dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button