H’emû nûçeSereke

T’evlîhevbûn diha bi qezîyaye:doxtirê ermenî şêwirên xwe r’aber dike

Armên Astvasatryanê doxtir h’esabên merivên nexweşk’etî û yên wefatbûyî anîne ber ç’e’va û ew himberî merivên nexweşên bi p’ersimê himberî hev kirine. Çawa ku me pêşda  îdî daye dîyarkirinê, nexweşekî bi nexweşîya koronavîrûsê li Ermenîstanê hatîye dîtinê. “Li dermanxanên Ermenîstanê t’evlîhevbûn pêşda hatîye. Maskên doxtirîyê biha bûne û wana ji binva difroşin.Em bûne şe’dê wê yekê û ew prosês diha bi qezîyaye”,-Astvasatryan gotîye. Bi gotina wî, merivên ku wefat bûne,anegorî h’esaba, dighîjine du selefa.Astvasatryan dide dîyarkirinê,wekî ji p’ersima hert’imî meriv diha zêde wefat dibin, ne ku çi ku niha qewimîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî li ŞAY îsal 32 mîlîyon meriv nexweşîya p’ersimê k’etine, ji k’îjana 31O h’ezar meriv k’etine nexweşxana, lê 18 h’ezar meriv jî wefat bûne.Usa dertê,wekî bi selefa nexweşên bi p’ersima hert’imî dighîje 6,9 selefa.Bi wê himberîhevkirinê tê k’ifşê,wekî ji p’ersima sade diha zêde meriv wefat dibin, ne ku bi nexweşîya niha.Astvasatryan gotîye.wekî r’îskên mezin h’îmlî li cem wan meriva heye, yên ku ji 6O salî jortirin.Em bêjin,wekî li Gurcistanê û li Adirbêcanê h’etanî yekê adarê sê merivên bi wê nexweşîyê hatine dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button