H’emû nûçeSereke

BBC-ê derheqa dîyaspora ermenîye li Yêt’ovpîyayê nivîsîye

BBC-ê derheqa dîyaspora ermenîye li Yêt’ovpîyayê nivîsîye.Gotara bi sernavê “Ne’ma ji Afrîkayê” derheqa p’êwendîyên ermenîya û Yêt’ovpîyaêdane, derheqa dîaspora ermenîye li Yêt’ovpîyaê û h’alê wêyî nihadane.Xudanê miqalê dinivîse,wekî ewî gelek cara derheqa dîyaspora ermnîye li Yêt’ovpîyayê, dîroka wêda bihîstîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî dîsypora ermenîye li wir sedsala 19-da saz bûye, lê sedsala 2O-da, piştî qet’ilkirinên ji alîyê împêratorîya osmanîda, dîyaspora ermenîye li wir berfire bûye.Dîyaspora ermenî t’evî pêşk’eftina êkonomîka wî welatî, sazbûna çandê û pêşxistina wê bûye.Usa jî hatîye nivîsarê,wekî bi saya dêra ermenî p’êwendîyên qewîn di navbera Ermenîstanê û Yêt’ovpîyayêda çê bûne.Miqalêda usa jî derheqa dêra ermenîye li wir hatîye nivîsarê, ya ku sala 193O-î hatîye h’îmdanînê.R’eqema ermenîyaye li Yêt’opîyaê hêna p’adişê R’az T’afarda zêde bûye.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew bi seredan diçe Orşelîmê,li k’îderê 4O sêwîyên ermenî dibîne û ew hîvî ji patrîyarxê ermenî dike, ku îzinê bide ku wan sêwîya xweyîke.Bi saya ce’dandinên p’adişê, ew zar’ok p’erwerda sazbendîyê distînin û nava k’oma p’adişêye sazbendîyêda cîyê xwe digrin.Olk’a ermenîye li Yêt’opîyayê h’etanî sala 196O-î gelekî pêşda diçe.Wî çaxî r’eqema ermenîyaye li wir dighîje 12OO merivî.Sala 1974-a R’as T’afar ji p’adişatîyê der dimîne û wî çaxî li welêt şorişa sosîyalîstî diqewime û r’ûê wê yekêda gelek ermenî ji Yêt’ovpîyaê derdik’evin diçine Avropayê û Amêrîkayê.Niha olk’a ermenîye li Yêt’ovpîyayê ji sed merivên yaşê xweda mezine.Xêncî wê yekê li wî welatî klûba ermenîye sosîyalî k’ar dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button