H’emû nûçeSereke

Potênsîyala Erenîstanê û Gurcistanêye nexebitandîye mezin heye

Li Gurcistanê hevr’axeberdanên ermenîya-gurcaye berfire derbaz bûne.Serekwezîyê Gurcistanê Gêorgî Kaxarîya dêlêgasîya bi serk’arîya Nîkol P’aşînyan silav kirîye û daye dîyarkirinê,wekî di navbera herdu alîyava r’ojeva gotûbêjkirina pirsaye berfire heye. Serekwezîrê Gurcistanê gotîye,wekî ew h’emû pirs him bona alîyê ermenîya û him jî bona alîyê gurca girîngin û eve h’îmê nava k’arên pêşdabirina herdu welataye êkonomîkîda. Kaxarîya derheqa ce’dandinên Gurcistanêye întêgrasîyakirina Gurcistanêye nava zona Avroatlantîyêda r’aber kirîye û gotîye,wekî eva qirara cime’ta wane.Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew hevk’arîya t’evî Ermenîstanê ya nava dorana cînartîya r’ohilatêda silav dikin.Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan nava xeberdana xweda gotîye,wekî nava p’êwendîyên herdu welatada potênsîyala mezin heye, ya ku nehatîye xebitandinê.Bi gotina P’aşînyan gelek mecal hene, ku hevk’arîya êkonoîkî bighînine dereca nû. “Vî alîda k’emala dêmokrasîyê jî mezine.Ermenîstan ji alîyê bêqezîyabûnêda bona Gurcistanê nikare bibe qezîya bêqezîyabûnê, lê Gurcistan jî nikare bona Ermenîstanê bibe qezîya bêqezîyabûnê”,-P’aşînyan gotîye.P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan ew t’abîya Gurcistanê silav dike, bi k’îjanê hatîye dîyarkirinê,wekî h’emû de’w û doz gerekê t’enê bi r’îya e’dil bêne h’elkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button