H’emû nûçe

Ermenîstanê dîsa du h’ezar t’êstên analîzkirina koronavîrûsa tîpa nû bistîne

Şeşê adarê Ermenîstanê dîsa du h’ezar t’êstên analîzkirina koronavîrûsa tîpa nû bistîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî saglemîxweykirinê Arsên T’orosyan wextê hevp’eyvîna t’evî r’adîostansîya “Aza”-ê gotîye. Xêncî wê yekê em hevr’axeberdana t’evî Brîtanîyayê û R’ûsîyayê derbaz dikin.Pêşnîyar usa jî ji Çînistanê, Yaponîyayê û ŞAY hene.Em difikirin, t’êstên nû dest bînin, çimkî me h’etanî r’oja îroyîn ji alîyê hevalk’rên xweda çawa piştgirî stendîye.Diqewime h’ewcetî t’unebe, çimkî bi fikira min ew nexweşî berbi undabûnê diçe, xêncî du welata”,-T’orosyan gotîye.Bi gotina wezîr kontrola li ser dergehên sînor encamên xwe dide û diqewime h’ewcetîya têstên zêde t’unebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button