H’emû nûçe

Li Ermenîstanê azadarî t’esîra baş li ser Qerebag’ê hiştîye

Azadarîya sîyasîye li Ermenîstanê û hatina P’aşînyanê serekwezîre li qulixa seroketîya dewletêda, t’esîreke baş li ser Qerebag’ê hiştîye. Derheqa wê yekêda nava r’aporta t’eşkîleta Freedom House-da hatîye dîyarkirinê. R’aportêda hatîye dîyarkirinê,wekî li Qerebag’ê aktîvîya sîyasî pêşîya hilbijartinên seroketîyê pêşda hatîye.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî t’opraxên ku ji Avrasîyayê qetîyane û yên ku di alîyê eskerên R’ûsîyaêda okûpasîyakirî dimînin, wî cûr’eyî pêşda naçin.Çi ku derheqa r’êgîonên dinîyayêye mayîndane, anegorî r’aportê, li dinîyaê dêmokrasî r’astî dijwarîya tê. Ne t’enê Çînistan, R’ûsîya û Îran, lê usa jî cêrge welatên mayîn paş k’etine.Nava deh salên dawîda T’irk’îya, Malî, Vênêsûêla, Macaristan, Adirbêcan, Tacîkstan û cêrge welatên mayîn paş k’etine. Usa jî Sûrîya, Êrîtrêya, Sûdana Başûr, T’irk’mênistan û Korêya Bakûr bi dereca azayê nava h’alê xirabdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button