Li Ermenîstanê jina nexweşe bi koronavîrûsê analîz kirine

Li Ermenîstanê ji dawîya meha çileda h’etanî r’oja îroyîn 162 t’êstên koronavîrûsê hatine kontrolkirinê û t’enê li cem merivekî 29-salî ew vîrûs hatîye dîtinê. Me çawa gotibû ew ji Îranê veger’îyabû Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda wextê civîna h’ukumatê , wezîrê Ermenîstanêyî sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye.Ew meriv niha li nexweşxana Nork’êye înfêk’sîyone û niha li cem wî t’u tişt t’une.P’êzekzana jina wî du cara kontrol kirine, lê t’u tişt nehatîye dîtinê.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî ev nexweşî ya înfêk’sîyone, lê cêr’ibandin dide k’ifşê,wekî ew usa jî ya înfêk’sîyon nîne, çawa ku tê gotinê. 31 merivên ku h’etanî niha li Saxkazorêne, bi h’emû tiştîva hatine ç’areserkirinê. Têr’a tê dîtinê,wekî ewê 14 r’oja li wir bimînin, h’etanî 14-ê adarê.Heger h’etanî 14-ê adarê li cem wan înfêk’sîya neyê dîtinê, ew dikarin paşda veger’ine malên xwe.Li cem wan meriva h’etanî niha t’u tişt nehatîye dîtinê.