H’emû nûçe

Silêmanî:wek’îlê r’uh’anî piştî t’êsta koronavîrûsê wefat bûye

Wezîreta K’urdistanêye sag’lemîxweykirinê îzbat kirîye, ku r’oja çarşemê merivekî 63-salî piştî wê yekê wefat bûye, dema ku t’êsta wî nexweşî îzbat bûye.Ew meriv li Silêmanîyê wek’îlê r’uh’anî bû, û li wir hela  hê pênc merivên nexweş hene.Hatîye r’agîhandinê,wekî pirsgirêkên wî merivîye dil hebûne, û dema ku ewî bihîstîye ku ew nexweşe, ew wefat bûye.Îdara Silêmanîyêye sag’lemîxweykirinê wefatbûna wî merivî îzbat kirîye û gotîye,wekî hela hê piştî  kontrola e’wlin nexweşîya wî îzbat bibû, lê ew pêşîya wê yekê wefat bû, wextê ku t’êstên dubare li Beg’dayê îzbat bûn.Bi gotina wî ew nikarin îzbatkin,wekî meriv ji koronavîrûsê wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button