SerekeSîyasî

Hevr’axeberdanên şeş seh’eta k’işandî:Pûtîn û Êrdog’an h’elkirina qebûlkirinê dîtine

Piştî hevr’axeberdanên şeş seh’eta k’işandî, yên t’evî serokê T’irk’îyayê R’êcêb T’ayb Êrdog’an, serokê R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye,wekî bona h’elkirina pirsgirêka Îdlîbê r’îya h’elkirinê hatîye dîtinê. “Her dem nîne,wekî em t’evî hevalk’arên xweye t’irk girêdayî qewimandinên li Sûrîyayêr’a bi hevr’a qayîl dibin.Lê wextê dema dijwar em li ser h’îmê heleqetîyên baş r’îya h’elkirina dibînin.Vê carê jî usa bû”,-serokê R’ûsîyayê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava encamên hevr’axeberdanada dokûmênta t’evayî hatîye qebûlkirinê, k’îjanêda ew qirar hatine r’abekirinê.Nava dokûmêntêda ev xal hene:
sekinandina opêrasîyonên leşkerî ji şeva şeşê adarêda,
li Sûrîyaê ji alîyê R’ûsîyayê û T’irk’îyayêda sivdera bêqezîyabûnê bê sazkirinê,
ji 15-ê meha adarêda nobedarîya t’evayî bi dirêjaya r’îya M-4-ê bê mîyaserkrinê.
Vladîmîr Pûtîn guman e’lam kirîye,wekî p’evk’etinên destanî wê bibine h’îm, ku h’alê li Îdlîbê bê normalkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button