Sîyasî
Du r’okêt k’etine li r’ex baylozxana ŞAY-ye li Beg’dayê
Li wa gotî “zona k’esk”, ya li p’ayt’extê Îraqê, du r’okêt k’etine.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew r’okêt k’etine li ser têrîtorîya baylozxana ŞAY-ye li Beg’dayê.Derheqa zyank’êşada înformasîyon nehatine stendinê.Nava h’evtîya derbazbûyîda eva îdî cara duda bû, ku bi r’okêta derb gîhandine wan cîya.Wî cûr’eyî usa jî dudê adarê qewimîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî ew r’okêt ji beşa bajêr’e r’ohilatê hatine berdanê.