H’emû nûçe

Li Hewlêrê merivê duda, yê bi koronavîrûsê nexweş hatîye dîtinê

Neweşekî bi koronavîrûsê jî li p’ayt’extê K’urdistanê- Hewlêrê hatîye dîtinê. H’evtê adarê wezîreta K’urdistanêye sag’lemîxweykirinê e’lam kirîye,wekî ew nexweş jineke 49-salîye, ya ku li Îranê bûye, li k’îderê îdî ji pênc h’ezara zêdetir nexweş hene. Bi t’omerî hildayî nexweşên bi koronavîrûsê li K’urdistanê gihîştine deha.Ji wana yek îdî wefat bûye.Seroketîya Hewlêrê bona pêşîgirtina nexweşîyê ji h’eyştê adarê h’etanî yekê nîsanê h’emû bar’, salonên bedewetîyê, cîyên lîstikên zar’okaye  li parka û merk’ezên k’ir’în-frotanê dane girtinê. Dua’kirinên r’ojên cumh’eyê û t’eşkîldarîyên r’uh’anîye mayîn, usa jî mek’t’eb û zanko pêşda hatine girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button