Seroka “Yektîya miletîyê” Marîn Lê Pênê de’w kirîye, ku Fransîya û Avropa alî Yûnanistanê bikin ku p’êla mihacira bidine sekinandinê û bi wê yekêva t’evayî serokê T’irk’îyayê Êrdog’an nava wê yekêda şermezar kirîye, ku ew dixweze Avropayê “bide îslamîzasîyakirinê”. “Fransîya û Avropa gerekê piştgirîyê bidine Yûnanistanê û sîyasîya mîgrasîyon bidine guhar’tinê”,-r’ojne’ma fransîye Ouest Fransê xeberên Marîn Lê Pênê anîne ber ç’e’va. Piştî h’evtêkê, çawa ku Enqerê e’lam kir ku mihacir dikarin aza derbazî Avropayêbin, Lê Pênê nava xeberdana xweda T’irk’îya şermezar kir, ya ku Yektîya Avropayê şantaj dike û çend cara Êrdog’an bona wê yekê gunek’ar kirîye.Ewê gotîye,wekî Êrdog’an nava xeberdana xweda daye dîyarkirinê, ku Avropa wê bibe ya musulmanî.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close