SerekeSîyasî

Şêwira k’urdaye miletîyê bersiva Esed daye

K’atibtîya şêwira k’urdaye miletîyê berisva serokê Sûrîyayê Beşer Esed daye,wextê ku Beşer Esed gotibû,wekî k’urd li Sûrîayê mêvanin.Şêwirê daye dîyarkirinê,wekî k’urd miletê Sûrîyaêye qedîme, lê pirsa k’urda, pirsa Sûrîyaêye miletîyêye.Nava nama ser navê Başar Esed hatîye gotinê,wekî r’ûê gotina wîda nava miletê k’urdda r’êaksîya mezin pêşda hatîye. “Eva h’alekî nû nîne, r’êjîma Sûrîyayê ji sala par destpêkirî heyîna k’urda û mafên wan înk’ar kirîye, ya wî miletî, yê ku miletê vê t’opraxêyî qedîme”,-nava namêda hatîye gotinê.Nava e’lametîya şêwirêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî k’urd hela hê li vir diman,wextê ku dewleta Sûrîyayê hatîye sazkirinê bi qayîlnivîsara Sayks-Pîkoyê.Paşê hatîye gotinê,wekî r’êjîma li Sûrîyayê sîyasîya şovînîstîyê mîyaser kirîye, bona ku k’urda asîmîle bike.Hatîye gotinê,wekî dokûmêntên dîrokî şe’detîyê didin, wekî k’urd binelîyên Sûrîyaêye kevinarin û ew li ser t’opraxa xwene.Em bêjin,wekî serokê Sûrîyayê Başar Esed wextê hevp’eyvîna t’evî kanala têlêvîzîonêye “R’ûsîya 24”-ê gotibû,wekî pirsgirêka k’urd li Sûrîyayê t’une û k’urd sedsala derbazbûyî ji T’irk’îkayê hatine Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button