H’emû nûçe

“T’irk’îya nikare dê fakto bink’etinêr’a qayîlbe”: Hovhannîsyan

K’urdzan, t’irkzan Karên Hovhannîsyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye: “Li Sûrîyayê h’al niha e’dile, lê ew yek wê dirêj nek’işîne, çimkî T’irk’îya nikare dê fakto bink’etinêr’a qayîlbe. T’irk’îyayêr’a sekinandina kurt lazim bû, ku ewê bikaribûya pirsên xweye sîyasîye hundur’ h’el bikira.Wextê ku T’irk’îya li Îdlîbê bi opêrasîyonên leşkerîva mijûl bû, nêzîkî bajar’ê Bazîdê êrîşa li ser eskerê t’irka qewimî,wextê k’îjanê 😯 leşkerên t’irka zyanê k’etin, sisê hatine kuştinê, r’eqema birîndara ji 5O-î derbaztir bû.Bo wê yekê jî T’irk’îyayê fe’m kir,wekî ew nikare bi hevr’a him li Sûrîyayê, him li Lîbîyayê opêrasîyona mîyaserke û pêr’a him jî li welatê xwe pirsên sîyasîye hundur’ h’elke. Bi fikira min meha nîsanêda wê dîsa sertbûna h’al hebe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button