H’emû nûçe

Înkûbasîya koronavîrûsê 14 r’oj nîne

Înkûbasîya koronavîrûsê 14 r’oj nîne,ew diha zêdeye.Ulmdarên amêrîkî bang dikin, ku merivên bi koronavîrûsê nexweş ne ku bi du h’evtîya, lê bi 24 r’oja başqekin. Derheqa wê yekêda nava lêk’olîna nûda hatîye gotinê.Anegorî lêk’olînê li cem 97,5 selefê nexweşa ew nexweşî nava 11 û nîv r’ojada dîyar dibe, lê we’dê înkûbasîya navîn 5,1 r’oje.Bo wê yekê jî p’êşezan dibêjin,wekî kar’antîn ya 14 r’ojaye. Ulmdara înformasîya derheqa 181 nexweşên li Çînistanê lêk’olîn kirine. We’dê înkûbasîya nexweşîyê 5,1 r’oj bûye, lê li cem 97,5 selefa, nexweşî nava 11,5 r’ojada dîyar bûye.Feqet ulmdara gotîye,wekî li cem selefekî nexweşa, nexweşî piştî 14 r’oja dîyar bûye û bo wê yekê jî baştire ku kar’antînê bidine dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button