H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê sê nexweşên nû hatine dîtinê

Li Ermenîstanê sê nexweşên bi koronavîrûsê hatine dîtinê. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Mixabin, îro sê nexweşên bi koronavîrûsê hatine dîtinê.Du meriv welatîyên Ermenîstanêne, lê yekî jî welatîyê Îtalîyaêye,yê ku li Ermenîstanê dixebite.Ev hersê meriv jî ji Îtalîyayê hatibûne Ermenîstanê. Niha ew doran tê zelalkirinê, ku ew t’evî k’ê k’etine nava kontaktê.Welatîyê Îtalîyayê û welatîkî Ermenîstanê ji xwe gazin nînin, lê welatîkî Ermenîstanê ji xwe gazine.Ev hersê nexweş jî pêşda r’êgîstrasîyakirî bûne. Bi h’esabhildana r’exnekirina ku bona çi fir’înên ji Îtalîyayê nayêne sekinandinê, ez bêjim,wekî mecala wî cûr’eyî me çend cara gotûbêj kirîye û em hatine li ser wê fikirê,wekî nexweşên bi koronavîrûsê dikarin ji welatên cînarên Îtalîyayê, Fransîyaê, Avstrîyaê bên Ermenîstanê. Usa dertê, ku bi wî cûr’eyî gerekê r’îya welatên Avropyaêye mayîn jî bigirta. Niha hevaltîyên avîyasîyon qirar kirine, ku fir’înên ji Îtalîyayê bidine sekinandinê.Ez bêjim,wekî cime’ta li “Goldên P’êls”-ê başe. Welatîyên h’izkirî, ez hîvî dikim, ku hûn t’evlîhev nebin û gotinên wezîreta sag’lemîxweykirinê, yên bona îzinnedayîna belevbûna nexweşîyê xweykin”,-serekwezîr nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button