H’emû nûçe

Banka merk’ezî wê ji zivir’a p’era p’erên kevin derxin

Banka Ermenîstanêye merk’ezî t’evî t’eşkîldrîyên sekinandina koronavîrûsê dibe.Bankê e’lam kirîye,wekî bi meremê îzinnedayîna belavbûna koronavîrûsê, ji nava zivir’a p’era wê bere-bere p’erên kevine xebitandî bide derxistinê û dewsa wana p’erên nû bike nava zivir’ê.Em bîr bînin,wekî Nîkol P’aşînyanê serekwezîr duh e’lam kiribû,wekî sê nexweşên bi koronavîrûsê hatine dîtinê.Du meriv welatîyên Ermenîstanêne,yek jî welatîyê Îtalîyaêye.Ew hersê meriv jî ji Îtalîyayê hatine Ermenîstanê.Ji wana yek jineke binelîya Êcmîyazînêye, ya ku deh r’oj pêşda hatibû Ermenîstanê û t’evî cêrge t’eşkîldrîya bûye.Ewên ku pêr’a k’etine nava kontaktê, deh merivin û ew birine mêvanxana “Goldên P’êlês”-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button