H’emû nûçe

Li K’urdistanê bi we’dê 48 seh’eta merivê ji malên xwe dernek’evin

Bi meremê îzinnedayîna belavbûna koronavîrûsê, wezîreta K’urdistanêye k’arên hundur’ îzinê nade ku li Hewlêrê û Silêmanîyê meriv bi we’dê 48 seh’eta ji malên xwe derk’evin.Nava e’lametîya wezîretêda hatîye gotinê,wekî wê qirarê ji r’oja cumh’eyê seh’eta 12-da qewata xwe stendîye. “Meriv gerekê malên xweda bimînin, bona ku e’mirkirinên me bên mîyaserkirinê.Heger şikberîya koronavîrûsê hebe, gerekê bi h’ejmara 122 têlêfonkin û hîvîya doxtirabin”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.Merivên ku nava 3O-î da ji van welata hatine, gerekê nava dokûmêntên xweda bidine dîyarkirinê û ewê cîguhastî cîyên kar’antînê bikin.Ew welat evin:Bêlgîya, Macaristan, Xorvat’îya, Danîya,Yûnanistan, Êstonîya, Almanîya, Fransîya,Polonîya, Almanîya, Lîtva, Lyûksêmbûrg, Malt’a, Çêxîya, Portûgalîya, R’ûmînîya, Slovakîya, Slovênîya, Fînlandîya, Îspanîya, Şvêdîya, Bosnîya, Brîtanîya, Îr’landîya, Şotlandîya, Norvêgîya, Sêrbîya, Çêr’nogorîya, Bilg’arîya, Avstrîya, Şvêysarîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button