Sereke

Fir’egeha Silêmanîyê îzin nedaye teyara Îranê ku li Silêmanîyê peîyabe

Fir’egeha K’urdistana Îraqêye li Silêmanîyê r’oja yekşemê îzin nedaye, ku teyara Îranê li fir’egeha Silêmanîyê peîyabe, çimkî h’ukumata Herêma K’urdistanê gavên xwep’arastina ji koronavîrûsê dane berk’kirinê.Berpirsîyarê fir’egehê Tahîr E’bdile ew yek înk’ar kirîye û gotîye,wekî t’evgirêdanên hewêye di navbera Herêma K’urdistanê û Îranêda sekinîne.Ewî daye dîyarkirinê,wekî cara dawî teyare ji Silêmanîyê çûye Qeterê. Tahîr E’bdile gotîye,wekî teyara Îranê çûbû Beg’dayê, li k’îderê îzin nedabûnê ku ew li Beg’dayê peîyabe û ew hatibû ku Silêmanîyê peîyabe, li k’îderê dîsa îzin nedane ku ew peîyabe, lê paşê ew paşda veger’îyabû Beg’dayê, li k’îderê destûra peîyabûnê stendibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button