H’emû nûçeSereke

Îro 32 salên k’omkujîya li H’elebcê demam bûn

32 sal pêşda r’êjîma Sedem H’usêyn êrîşa k’îmîyayî bire li ser bajar’ê k’urdayî H’elebcê, yê ku nêzîkî h’idûdê Îranêye.Wê r’ojê pênc h’ezar meriv ji gaza k’îmîyayî hatine kuştinê.Adara sala 1988-a şer’ê Îraqê û Îranê îdî ser hevda dihat.Pêşmergên k’urd bi piştgirîya T’ehranê kontrola H’elebcê hildane destê xwe.Eskerê Îraqê ew neh’yî dane ber bomba û pêşmerge mecbûr kirin, ku ew berbi ç’îya her’in, lê malbetên wan li wir man.Piştî wê yekê teyarên Îraqê li ser bajarê H’elebcêr’a çûn û hatin û nava pênc seh’etada wana ç’eka k’îmîyayî da xebatê.Şih’îdên li H’elebcê h’îmlî jin û zar’ok bûn.Wek’îlê Sedem H’usêynê dîktator E’lî H’esen Al Mecît, yê ku bi navê “E’lîyê k’îmîyayî” dihate naskirinê, e’mir kir, ku wî cûr’eyî êrîşa gaza k’îmîyayî bibine li ser bajêr’.Em bêjin,wekî ew çileya sala 2O1O-a bona cêrge xirabk’arîya, nava wanda usa jî bona êrîşa li ser H’elebcê hate dardakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button