H’emû nûçeSereke

Nava pêşer’oja nêzîkda kêmasîya xurek wê li K’urdistanê t’unebe

Wezîreta K’urdistanêye k’irîn-frotanê e’lam kirîye,wekî Herêma K’urdistanê nava mehên pêşinda wê kêmasîya xwerin-xurek nebîne.Derheqa wê yekêda wezîrê K’urdistanêyî k’ir’în- frotanê K’amil Muslîm e’lam kirîye.Ew e’lametî piştî wê yekê hatîye belavkirinê,wextê ku nava cime’têda be’s hatibû belavkirinê, ku kêmasîya xurek diqewime hebe.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî xurek û eşîyaên lazimatîya e’wlin li K’urdistanê wê hela hê bona çar meha jî hebin.Ewî usa jî bangî binelîyên Herêma K’urdistanê kirîye, ku ew dikarin malên xweda xurek xweykin, bona ku heger h’alekî başqe pêşda bê, ew bikaribin li malê bimînin.Em bêjin,wekî h’ukumata herêmê bi we’dê 48 seh’eta qedexe kiribû, ku binelî ji malên xwe derk’evin.Ew we’de şeva yekşemê ser hevda hatîye.Usa jî çûyîn-hatina li bajar’ên mayîn hatîye sînorkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button