H’emû nûçe

Bona dîagnostîka koronavîrûsêye lez Ermenîstanê du cûr’ên têsta bistîne

Bona lez e’yankirina heyîna koronavîrûsê, Ermenîstanê du cûr’e têstên nû bistîne.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye. Bi gotina wezîr cûr’ekî têstê wê heyîna koronavîrûsê bi t’ûka mêriv, lê ya mayîn bi xwîna mêriv bide e’yankirinê.Mesela e’wlin wê li fir’egeha yan jî li ser h’idûd bê xebitandinê, lê mesela duda li klînîkada û nxweşxanên înfêksîyonda. Bi saya wan têsta wê 15 deqada e’yanbe, ku li cem mêriv nexweşî heye yan na. Feqet we’dê anîna wan têsta hela hê e’yan nîne.Çi ku derheqa têstên laboratordane, bi gotina wezîr, ew dighîjine 55O-î. Herr’oj nêzîkî sed analîzî tên kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button