H’emû nûçe

R’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîşte 52-a

R’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîşte 52-a. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda gotîye.Bi gototina wezîr, ji 52 nexweşa li cem 12 meriva nîşanên nexweşîyê t’unene û ew li nexweşxanê nînin, lê nava karantînêdanin.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî nêzîkbûna îndîvîdûal wê hindava wanda bidine k’ifşê, ku wana cîguhastî nexweşxanêkin, yan na. Bona wan t’enê we’de lazime, ku vîrûs ji organîzma wan derk’eve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button