SerekeSîyasî

Mayls K’êgîns:hêzên Sûrîya Dêmokratîk bi mîlîona meriv ji DAÎŞ-ê xilaz kirine

Wek’îlê koalîsîyona navnet’ewîye dijî DAÎŞ-ê Mayls K’êgîns gotîye,wekî hêzên Sûrîya Dêmokratîk bi mîlîona meriv ji DAÎŞ-ê xilaz kirine.R’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda ewî bi zimanê înglîzî û k’urdî derheqa hêzên Sûrîya Dêmokratîkda nivîsîye. “Hêzên Sûrîya Dêmokratîk dijî DAÎŞ-ê dîsa sekinîne û binelîyên Hesekê dip’arêzin û Hêzên Sûrîya Dêmokratîk bi mîlîona meriv ji DAÎŞ-ê xilaz kirine.Ew dîsa ç’ekdarên DAÎŞ-ye li Hesekê û R’eqayê digrin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button