H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li sûpêrmarkêta ger’îyaye

Li sûpêrmarkêtê serekwezîr dane bawarkirinê,wekî meriv gelek tişta nak’ir’in.Nîkol P’aşînyan k’etîye sûpêrmarkêtê û t’evî xebatk’arên sûpêrmarkêtê qise kirîye.Xebatk’arê sûpêrmarkêtê gotîye,wekî dêfîsîta xurek yan jî eşîyayên mayîn t’une û cime’tê duh diha zêde tişt dik’ir’în, ne ku îro.P’aşînyan bi vîdêoyê dik’anên t’ijî nîşan dide û dibêje,wekî her beşeke dik’anê t’ijîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî gelek meriv nexweş dik’evin û qenc dibin, ew bi xwe jî derheqa wê yekêda pê nah’esin.Nîkol P’aşînyan usa jî li dermanxana qesidîye û pê h’esîyaye,wekî li dermanxana alkogêl, maske û sipîrt t’unene. R’ûê wê yekêda ew xemgîn bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button