H’emû nûçe

H’ukumatê piştirîya 15O-î mîlîyard diramî bide êkonomîkayê:P’aşînyan

Zûtirekê h’ukumatê piştgirîya 15O-î mîlîyard diramî bide êkonomîkayê.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê hevp’eyvîna t’evî têlêvîzîona “Şant'”-ê gotîye. “25 mîlyard dirama emê bidine wan hevaltîya, yên ku ji bankên Ermenîstanê wê kirêdîta hildin, ku mi’aşên xebatk’arên xwe bidin, heqê qulixdarîyên komûnal bidin, matêrîyala bona xebata xwe dest bînin. 5O-î selefê kirêdîta wan hevaltîya wê bêyî selef bêne fînansekirinê, lê selefê banka jî h’ukumatê bide”,-P’aşînyan gotîye.Bi gotina serekwezîr eva tiştekî gelekî başe, ku piştgirîyê bidine goveka malhebûna gundîtîyê.Kirêdîtên goveka malhebûna gundîtîyê gerekê bêne sûbsîdîyakirinê, ku ew bê selefbin.Xêncî wê yekê 3O-î mîlîyard dirama jî bona piştgirîya sosîyalî hazir dikin. Serekwezîr gotîye,wekî welatî gerekê li ser xwe gumanbin, wekî dewlet li r’ex wane.8O mîlîyard dirama jî gerekê bidine wan pr’ojeya, yên ku yên nûkirinêne, çimkî pirs nava wê yekêdane,wekî meriv nikare bêje, ku piştî nexweşîya koronavîrûsê dinîyayê h’alekî çawadabe û emê p’era bidine wan meriva, yên ku wê pr’ojeyên nû hazirkin”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button