H’emû nûçe

Zelalî r’îska pêşda tîne, lê emê vê r’êyê berdewamkin: Nîkol P’aşînyan

Civak gerekê gumanbe, wekî kanîya înformasîyaêye derheqa koronavîrûsê berê e’wlin h’ukumate.Wextê hevp’eyvîna t’evî têlêvîzîyona “Şant'”-ê Nîkl P’aşînyanê serekwezîr derheqa wê yekêda gotîye. “Hebûne car,wekî nava h’esabada ez şaş bûme û ew tiştekî dijwar nîne, ku meriv xwe mikur’ bê. Bi fkira min h’esabên e’wlin wezîreta saxlemîxweykirinê e’lam dike û niha mecalên p’evgirêdanê diha t’eşkîlkirîne, bo wê yekê ez kanîya înformasîyaêye e’wlin nînim”,-serekwezîr gotîye.Ewî xweykirina p’êwendîyên t’evî civakê girîng h’esab kirîye bona ku civak bizanibe ku h’ukumat çi difikire.Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî ew t’evî meriva nava p’êwendîyadane û ew ne tiştekî xirabe. “Bona me girînge ku civak li ser xwe gumanbe.Bi fikira min zelalî r’îska pêşda tîne, lê vê r’êyê em gerekê berdewamkin.Zûtirekê wê e’yanbe,wekî em himberî gelek welatên başqe nava h’alekî başdanin. Dîna xwe bidinê, ku li dik’anên welatên mayîn h’al çi cûr’eîye”,-P’aşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, ku hebûne car, wekî li cem welatîya nîşanên nexweşîyê t’unebûne, lê ew meriv başqe kirine, çimkî bi koronavîrûsêva nexweş bûne.H’etanî duh êvarê r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîştibû 1O2-a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button