H’emû nûçe

Kurda e’lam kirîye,wekî 25 leşkerên t’irka hatine kuştinê

Partîzanên k’urd 25 leşkerên t’irka wextê êrîşeke li provînsîya Agirîyê kuştine.Anegorî înformasîyona ajansa ANF-ê, wana êrîş birine li ser maşîneke qewatên t’irkaye zirih’kirî. Maşîna zirih’kirî t’evî wan leşkera hatîye t’unekirinê.Qewatên t’irkaye başqe hatine hewara hevalên xwe û nava encamên wê p’evçûyînêda leşkerên t’irka 24 cinyaz cîda hiştine, lê qewatên k’urda zyanê nek’etine.Pêşîya wê yekê jî leşkerek nêzîkî baza Wedat’ Ozk’ayayê hatibû kuştinê.Em bêjin,wekî qewatên k’urda her dem êrîşa dibine li ser leşkerên t’irka, çawa li Sûrîyayê, usa jî li T’irk’îyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button