
Şaredarîya Batimê ji alîyê AKP-da hatîye zeftkirinê, li ber avayê şaredarîyê cime’t protêsto dike, polîsîyaê 16 meriv girtine.Em bêjin,wekî duh şebeqê dora avayê şaredarîya Batimanê polîsîyayê girtibû.Xebatk’aên polîsîyaê usa jî çûne mala û nava encmên wê yekêda 12 meriv girtine, nava wanda usa jî Songyûl Korkmaz û Meh’med Dêmîr, pêr’a endamên şêwira bajêr’.Dewsa serk’arên caredarîyê, yê ku ji partîya Dêmokrasîya Gela bûn, merivên ji alîyê dewletêda k’ifşkirî cîyê xwe girtine.Piştî wê yekê polîsîyayê merivên derva jî girtine.







