H’emû nûçe

Çînistan komplêktên bona têstkirina koronavîrûsê dide Herêma K’urdistanê

Çînistanê nêzîkî h’ezar komplêktên bona têstkirina nexweşîya koronavîrûsê daye wezîreta Herêma K’urdistanêye saxlemîxweykirinê. Teyara Çînistanêye barbir li fir’egeha Hewlêrêye navnet’ewî peîya bûye, li k’îderê usa jî hazir bûne wezîrê K’urdistanêyî saxlemîxweykirinê û konsûlê Çînistanêyî li Hewlêrê.Wezîrê saxlemîxweykirinê wextê pirêss-konfêransê gotîye,wekî ew komplêktên têstkirina koronavîrûsê wê li h’emû îdarên doxtirîyê bêne belavkirinê.Saman Barzincî usa jî bîr anîye,wekî Çînistanê pêşda maskên doxtirîyê jî anîbûne K’urdistanê.Wezîr bangî civaka navnet’ewî kirîye, ku nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê bidine Herêma K’urdistanê. Konsûlê Çînistanê gotîye,wekî dêlêgasîya p’êşekzanên Çînistanê wê 27-ê adarê bê K’urdistanê ku h’alê li wir qîmetke.Konsûl şirove kirîye,wekî ew k’oma ji Çînistanê wê li K’urdistanê laboratorîyayê sazke û ji Çînistanê h’emû dezgehên anegor bîne bona ku alî herêmê bike. “H’ukumata Çînistanê dosta K’urdistanêye û nava vî h’alîda cime’ta K’urdistanê t’enê nîne.Em bawarin,wekî bi seroketîya Me’srûr Barzanîyê serekwezîr, wezîreta saxlemîxweykirinê û cime’ta K’urdistanê emê nava vî şer’îda ser bik’evin”,-konsûlê Çînistanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button