H’emû nûçe

R’eqema nexweşên qencbûyî gihîşte 18-a:Arsên T’orosyan

R’eqema nexweşên qencbûyî bi du merivava jî zêde bû.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Em bîr bînin,wekî h’etanî r’oja duh êvarê, li Ermenîstanê r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê 265 bû. Nîkol P’aşînyanê serekwezîr fêysbûkêda nivîsîbû,wekî xêncî wê yekê 868 welatî hatine başqekirinê, lê 2419 meriv jî malên xweda başqe bûne.Em careke mayîn bêjin,wekî ji 16-ê adarêda destpêkirî h’etanî 14-ê nîsanê li Ermenîstanê h’alê qeydeder hatîye e’lamkirinê, lê ji 25-ê adarêda qewilên h’alê qeydeder hatine berk’kirinê.Bi we’dê h’evtêkê welatîyên Ermenîstanê wextê derk’etina ji malê gerekê li cem xwe pasporta xweykin û derheqa me’nîya derk’etina xweda binivîsin.Ewên ku wan qanûna bit’er’ibînin, wê bêne cirmkirinê, lê heger r’ûê derk’etinêda merivekî mayîn nexweş bêxin, ewê li ber cabdarîyê bisekinin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button